Sersaxî ji bo malbata şehîd Kerem El Hemed hat dayîn

Şêniyên bajarê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Kerem El Hemed û soza tolhildana wê da.

10 ÇILE, 2025   19:14
REQA

Şêniyên Reqayê û endamên saziyên sivîl berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Kerem El Hemed a ku di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker a li dijî konvoya gel de şehîd bû û sersaxî da malbata wê.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Ayat Ebdulhekîm sersaxî da malbata şehîd û soza tolhildana wê dubare kir.

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantonê Hêvîn Îsmaîl jî sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd Kerem bi îsrareke mezin çûbû li hemberî dagirkeriyê bisekine. Gelê Sûriyeyê teslîmbûyînê nizane, bedel çi bin kî ew ê têkoşînê bidomîne."

Piştre peyama ku şehîd Kerem ê li bendava Tişrînê bixwenda, ji aliyê berdevka Mecliss Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê Xûd El Îsa ve hat xwendin.

Di peyamê de piştgirî ji berxwedana Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li hemberî êrişên dagirkeriyê hat nîşandan û soza bilindkirina asta têkoşînê hat dayîn.

Merasîm bi siloganên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(mh/şx)