Li Şamê 3 jinan jiyana xwe ji desta û 5 zarok birîndar bûn

Li mizgefta Umewî ya Şamê ziyafetek hatiye dayîn, izdîham çêbûye. Di encamê de 3 jinan jiyana xwe ji dest daye û 5 zarok bi giranî birîndar bûye.

Li Şamê 3 jinan jiyana xwe ji desta û 5 zarok birîndar bûn
10 ÇILE, 2025   19:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina "Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê" ragihand ku di encama izdîhama li mizgefta Umawî ya Şamê de çêbûye, 3 jinan jiyana xwe ji dest daye û 5 zarok birîndar bûye.

Rêxistinê diyar kir ku şîfekî bi navê Ebû Omer ziyafet di mizgeftê de daye lê izdîham çêbûye û di encamê de ev bûyer derketiye.

(mh)