Iraqcî: Artêşa Sûriyeyê berî ku şer bike têk çûbû

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqcî diyar kir ku hêzên berê yên Şamê berî ku şer dest pê bike têk çûbûn.

Iraqcî: Artêşa Sûriyeyê berî ku şer bike têk çûbû
7 ÇILE, 2025   19:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqcî di merasîma bibîranîna 5'emîn a qetilkirina generalê Îranê Qasim Suleymanî û cîgirê serokê Desteya Heşd Şebî Ebû Mehdî El Muhendis de, diyar kir ku artêşa berê ya Sûriyeyê berî ku şer bike, têk çûbû û li ber xwe neda û got, "Derbeya ku li artêşa Sûriyeyê hat dayîn, berî ku leşkerî be, derbeyeke ragihandinê û moralê bû."

Iraqcî diyar kir ku pêwist e têkçûna artêşa Sûriyeyê ji bo Îranê weke zengilê hişyariyê be û got, "Pêwist e em ji atmosferên ku dijminên me hewl didin di welatê me de biafirînin, hişyar bin. Dijmin bi rêya ragihandinê bêhêvî û tirsê di nav xelkê de belav dikin."

(mh/fr)