El Sefedî û El Şîbanî têkildarî ewlehiya sînor û enerjiyê li hev kir

Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen El Sefedî û hevpîşeyê wî yê rêveberiya HTŞˋê Esed El Şîbanî li ser avakirina komîteyeke ewlekariyê ji bo parastina sînor û pêşîgirtina li vegera çeteyên DAIŞ'ê li hev kir.

El Sefedî û El Şîbanî têkildarî ewlehiya sînor û enerjiyê li hev kir
7 ÇILE, 2025   20:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) Esed El Şîbanî, wezîrê berevaniyê Murhef Ebû Qesra û serokê îstixbarata giştî Enes Xetab li paytexta Urdunê Emanê bi wezîrê derve yê Urdunê Eymen El Sefedî re civiyan.

Di dawiya hevdîtinê de civîneke çapemeniyê hat lidarxistin. Di civînê de El Sefedî diyar kir ku îstîqrara Sûriyeyê hêmana îstîqrara Urdunê ye û herdu welat wê ji bo têkoşîna li dijî qaçaxtiya hişbirê û çekan bi rêya sînorê hevbeş, hevkariyê bikin.

El Şîbanî jî soz da ku wê qaçaxtiya hişbirê ji bo Urdunê nebe gef û metirsî.

El Sefedî destnîşan kir ku herdu aliyan li hev kir ku komîteyeke ewlekariyê ji bo parastina sînor û pêşîgirtina li vegera çeteyên DAIŞ'ê were damezirandin.

Girêdayî wê, El Sefedî diyar kir ku Urdun amade ye kehrebe û gazê ji bo Sûriyeyê peyda bike û got, "Urdun dixwaze têkiliyên ku li gorî berjewendiyên Sûriye û Urdunê û îstîqrara herêmê ne ava bike."

(mh/fr)