Iraq: 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Di encama rêze operasyonên cuda yên li parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Bexdayê de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Iraq: 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
17 kanûn, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Dezgeha Dije Terorê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gel hêzên ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê çend rêze operasyon li deverên cuda yên Iraqê lidarxistine.

Hate diyarkirin ku di encama operasyonan de li bajarê Kerkûkê 4 çeteyên DAIŞ’ê ku karê veguhestin û lojîstîkê dikirin, hatin girtin. Di encama du operasyonên cuda de, li Musil û Bexdayê du çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Heman daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi hevkariya li gel Rêveberiya Operasyonên Asayîşa Herêma Kurdistanê û Hêzên Komando yê Silêmaniyê operasyonên lêgerîn û paqijkirina paşmayên çeteyên DAIŞ’ê de, li parêzgeha Kerkûk û Çiyayên Hemrîn yê ser bi parêzgeha Selahedîn, hatin lidarxistin.

Hêjayî gotinêye ku di heftiya borî de çeteyên DAIŞ’ê êrişî gundek li sînorê parêzgeha Selahedîn kiribûn û Encûmenê berê yê gund qetilkiribûn.