Ji bo keça xwe Cîhan Bîlgîn stran çêkir

Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin a hat qetilkirin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir.

Ji bo keça xwe Cîhan Bîlgîn stran çêkir
17 kanûn, 2025   12:03
 NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û rojnamevan Nazim Daştan ku 19'yê Kanûna 2024'an, dema êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di bombebarana balafirek biçek û bêmirav a dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Dayîka Cîhan Katibe Bîlgîn, ji bo keça xwe Cîhan Bîlgin strana bi navê “Ji bîr nakim” çêkir. 

Gotinên stranê wiha ne:

“Ji bîr nakim, ji bîr nakim

Çav xezala xwe ji bîr nakim

Dernakeve ji vî dilî

Heta serê min girêdin, deynin ser kevirî

Yadê nemayê min got bahar hat û lê bihar nabê

Yadê nemayê dilê min bûye gola xwînê

Yadê nemayê çavxezala min me gîha miradê

Li min nemayê

Cîhana min ciwan bû lê lê dayê

Dayikê hine li desta nekir

Lê lê dayê ez nemamê

Dayik kenek li bejnû balê nekir

Lê dayê li min nemayê

 Wexta xezala min tê bîra mino

Êş dikeve serê min

Lê lê dayê

 Dişewite kezeba mino lê lê dayê

 Ne hekîm û ne doktora hênik nabê 

 Ji bîr nakim, çavxezalê

 Ji bîr nakim bejin ziravê

 Dernakeve ji vî dilî”