DYA’yê têketina sûriyeyiyan a li welat qedexe kir

Koşka Spî têketina welatiyên Sûriyeyê û yên hin welatên din bo DYA’yê qedexe kir. Hat diyarkirin ku ev gav di çarçoveya tedbîrên ewlekariyê de hatiye avêtin.

DYA’yê têketina sûriyeyiyan a li welat qedexe kir
17 kanûn, 2025   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Koşka Spî ragihand ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump bi daxuyaniyeke fermî “di çarçoveya xurtkirina ewlehiya neteweyî û parastina ewlehiya giştî de” derbasbûna welatiyên Sûriye, Başûrê Sûdanê, Borkîna Faso, Malî û Nîjerê bo DYA’yê qedexe kir.

Her wiha di daxuyaniyê de têketina kesên ku belgeyên Filistînê bi wan re ne jî hat qedexekirin.

Koşka Spî diyar kir ku ev gav ji bo kêmkirina rêjeya welatiyên ku bi awayekî nerewa li DYA’yê mane û dema mayîna wan bi ser re çûye, hat avêtin.

Li gorî daxuyaniyên fermî, rêjeya kesên ji Sûriyeyê yên ku bi vîsaya geştiyariyê yan jî ya kar li DYA’tê mane û dema mayîna wan bi ser re çûye, ji sedî 7.09 e. Rêjeya kesên ku bi vîsaya xwendinê û veguhastina çandî û perwerdeyê jî li lê ne û dema mayîna derbas bûye jî ji sedî 9.34 e.

Hat diyarkirin ku biryar ji bo kesên ku bi awayekî rewa û fermî li DYA’yê mane û dîplomat, werzîşvan û “yên ku têketina wan bo DYA’yê ji bo berjewendiya DYA’yê baş e”, ne derbasdar e.

(mh)