Hêzên Îsraîlê careke din ketin gundewarên Derayê

Leşkerên Îsraîlê bi 3 wesayîtên leşkerî derbas devera Wadî Ruqad a gundewarên Derayê bû. Di heman demê de helîkopter bi nizmî li ser Tefesê û hin deverên din ên parêzgehê geriyan.

Hêzên Îsraîlê careke din ketin gundewarên Derayê
30 tebax, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Deweriyeyeke hêzên Îsraîlê ku ji 3 wesayîtan pêk dihat danê nîvro ket devera Wadî Ruqad a gundewarên rojavayê Derayê.

Di heman demê de helîkopter ku tê texmînkirin ên Îsraîlê ne, li ser bajarê Tefesê û deverên din ên parêzgeha Derayê bi nizmî geriyan.

Hêzeke din jî di nava rojê de derbasî derdora bajarokê Cebata El Xeşeb ê gundewarên bakurê Quneytrayê bû û li herêma Kesaratê bendeke demekî ya kontrolê danî, piştî demekê ji herêmê vekişiya.

(bb)