Îranê li Girava Qeşemê droneke Amerîkayê xist

Îranê ragihand ku li Girava Qeşemê droneke Amerîkayê ya ji cureyê MQ-1 hat xistin.

Îranê li Girava Qeşemê droneke Amerîkayê xist
4 mijdar, 2026   20:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Pasdaran a Îranê ragihand ku pergalên wan ên berevaniya hewayî, droneke Amerîkayê ya ji cureyê MQ-1 li qada hewayî ya li ser Girava Qeşmê xistin xwarê.

Artêşa Pasdaran bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi armanca tespîtkirina cihên pergalên berevaniya hewayî yên Îranê, çalakiyên keşfê yên Amerîkayê di çend şevên borî de zêde bûne.

Di daxuyaniyê de der barê hûrgiliyên xistina doronê agahiyên zêdetir nehatin dayîn. Heta niha, ji aliyê Amerîkayê ve têkildarî vê daxuyaniyê de tu şîrove nehatiye kirin.

(f)