Vance: Şerê li dijî Îranê sedema têkçûna me ye

Cîgirê Serokê DYA’yê J.D. Vance, têkçûna Komarparêzan di hilbijartinên navberê de bi şerê li dijî Îranê girê da û diyar kir ku hin dengdêrên ku berê piştgirî didan partiyê, niha dengê xwe dane Demokratan.

Vance: Şerê li dijî Îranê sedema têkçûna me ye
4 mijdar, 2026   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokê DYAyê J.D. Vance, şerê li dijî Îranê wekî sedema têkçûna Komarparêzan di hilbijartinên navberê yên Kongreyê de nîşan da. Vance destnîşan kir ku hejmarek ji dengdêrên ku di hilbijartinên 2024’an de piştgirî dabûn Serok Donald Trump û cîgirê wî, di hilbijartinên navberê yên 2026’an de dengê xwe dane Demokratan.

Vance di peyameke xwe ya li ser X’ê de diyar kir ku pirsgirêka sereke ya li pêşiya Komarparêzan ne kêmbeşdariya dengdêran bû, belkî guherîna helwesta beşek ji dengdêran bû ku berê piştgirî didan partiyê.

Vance da zanîn ku pisporên analîza daneyan ên tîma wî, pêkhateya dengdêran lêkolîn kirine û ew bi hilbijartinên 2024’an re dan ber hev. Vance bal kişand ser wê yekê ku rêjeya beşdariyê di asteke baş an jî bilind de bû, ev jî berevajî encamên anketan bû ku pêşbînî dikirin Demokrat dê bi ferqeke mezin bi pêş bikevin.

Daxuyaniyên Vance piştî têkçûna Komarparêzan di hilbijartinên navberê de tên. Di wan hilbijartinan de Demokratan destkeftiyên mezin bi dest xistin û kontrola her du baskên Kongreyê ji nû ve bi dest xistin. Ev hemû di demekê de diqewimin ku nîqaşên li ser bandora şerê li dijî Îranê li ser tercîhên dengdêran hîn jî berdewam in.

(f)