Îranê li Başûrê Kurdistanê û Kuweytê li baregehên DYA'yê xistin

Îranê ragihand ku wê li Başûrê Kurdistanê û Kuweytê 3 baregehên Amerîkayê kiriye armanc.

Îranê li Başûrê Kurdistanê û Kuweytê li baregehên DYA'yê xistin
15 adar, 2026   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Pasdarên Îranê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê û Kuweytê 3 baregehên leşkerî yên hêzên Amerîkayê kiriye hedef.

Pasdarên Îranê daxuyand ku ev êriş di çarçoveya pêla 52'yan a operasyênên leşkerî yên li dijî Îsraîlê û baregehên Amerîkayê de hatiye kirine û destnîşan kir ku êriş bi mûşek û dronan hatine kirin.

Li gorî daxuyaniyê, li Başûrê Kurdistanê baregehek leşkerî û li Kuweytê 2 baregehên Amerîkî hatine hedefkirin.

Pasdarên Îranê da zanîn ku dê li dû Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bin û got, "Eger ev sûcdarê kujerê zarokan hîn sax be, em ê wî bişopînin û bi hemû hêza xwe wî bikujin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku "Nezelaliya li ser çarenûsa Netenyahu, îhtîmala kuştina wî an derketina wî ji Îsraîlê, rewşa tevlihev a di hundirê fermandariya Îsraîlê de nîşan dide."

(bb)