Îranê hişyariya bersivdanê da

Piştî ku DYA'yê ragihand ku wê êrişê bibe ser navendên enerjiyê, Îranê jî diyar kir ku wê tesîsên enerjiyê yên DYA'yê yên li herêmê bike hedef.

Îranê hişyariya bersivdanê da
22 adar, 2026   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî medya Îranê, Yekîneyên Şer ên Hêzên Çekdar ên Îranê, hişyarî da ku eger êrişeke gengaz li ser binesaziya enerjiyê û sotemeniyê ya welêt be kirin ew ê jî binesaziya enerjiyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên li herêmê bike hedef.

Daxuyanî piştî gefa Donald Trump hat, ku gotibû eger di nava 48 saetan de Tengava Hurmuzê bi temamî neyê vekirin DYE wê santralên enerjiyê yên Îranê tine bike.