Newroza Girke Legê: Pêvajoya têkoşîna siyasî û qanûnî destpê kir

Xelkê Girke Legê, Çilaxa û Aliyan anîn ziman ku Newroza îsal tê wateya têkoşîna siyasî û hiqûqî destpê kir û divê yekitiya neteweyî xurt bibe.

Newroza Girke Legê: Pêvajoya têkoşîna siyasî û qanûnî destpê kir
22 adar, 2026   11:28
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO-ROHAT XELEF

Bi dirûşmeya `Em Newrozê bikin Newroza azadiya Rêber Apo û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan` xelkê bajarê Girke Legê, Çilaxa û gundewarên Aliyan ên herêma Cizîrê roja 21`ê Adarê di bin baranê de lihevdû kom bûn. Cejna Newrozê bi rengê wê yê berxwedêr û têkoşînê pîroz kirin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO, yekitiya neteweyî û serbest berdana dîlgirtiyên şer peyamên girîng dan.

Beşdarvanên pîrozbahiya Newrozê li ser girîngiya çandî û siyasî ya Newrozê ji ajansa me re axivîn.

Dîma Evdî got ku cilûbergên kurdî nasnameya çandî ya gelê Kurd e. Temsîla dîrok û çanda gelê Kurd dike. Gelê Kurd di Newrozê de cilûbergên kurdî li xwe dikin da ku girêdana xwe bi nasnameya kurdî re nîşan bidin û çanda xwe biparêzin.

Her wiha Mihemed Hesnawî yê ji pêkhateya Ereb got ku: `Newroz cejna hemû gelan e. Xelkê herêmê bihevre li ser vê xakê dijîn û çarenûsa wan yek e. Newroz nirxên hevgirtina civakî xurt dike.`

Atif Sebrî ji bo yekitiya neteweyî wiha got:` Di pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza gelê Kurd a yekitiya neteweyî hate ziman. Ruhê Newrozê yekitiya neteweyî xurt dike û derî ji pêvajoyeke nû ya têkoşînê re vedike.`

Idrîs Mela Şerîf got ku Newroza 2026`an rêwîtiyek dirêj a berxwedanê ye. Ji çiyayên Kurdistanê heyanî zindana Amed û Herêmên Bakurê Sûriyeyê. Di vê rêwîtiyê de têkoşîn ji bo yekitiya Kurdî tê kirin. Newroza îsal destpêka pêvajoya têkoşîna siyasî û huquqî ye.

Li ser navê malbata Şehîd Ehmed Kerkûkî (Ehmed Hêmin Omer) kurê apê wî Alan Omer axivî û got: `Newroza îsal yekitiya xwînê û yekrêziya kurdî ye. Ji Başûrê Kurdistanê heyanî Rojava bedel hatin dayîn. Beşdarbûna tevahiya Kurdistanê ji berxwedana Rojava re tê wateya ku ji bo gelê Kurd pêvajoyeke nû ya têkoşîna hevbeş destpê kiriye. Li hemberî êrîşên li ser gelê Kurd çêdibin, yekitiya Kurdî were xurt kirin.`

(dc)

ANHA