Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir

Girtiyê siyasî Şahram Sadeghi hate îdamkirin. Mal û milkê Sadeghi jî hate desteserkirin.

Îranê girtiyê siyasî Şahram Sadeghi îdam kir
16 tebax, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Îranê îdam didomin. Şahram Sadeghi bi hinceta tev li çalakiyên meha Çileyê bibû, li Kerecê hatibû girtin. Dadgeha Şoreşê ya Kerecê bi hinceta ‘hevkariya bi rejîma siyonîst, DYA’yê û komên dijmin re’ cezayê ‘mirinê’ û ‘desteserkirina mal û milkê wî’ lê birî. Parêzeran îtîrazê Dadgeha Bilind a Îranê kir.

Piştî ku Dadgeha Bilind a Îranê biryar erê kir, vê siharê Şahram Sadeghi hate îdamkirin.

Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan a dadgera Îranê Mizanê, mal û milkê Sadeghi hate desteserkirin. Di nûçeyê de têkildarî cihê ku Sadeghi lê hatî îdamkirin, agahî nehatin parvekirin.