Almanyayê statuya parastinê ya gelek penaberên Sûriyeyê betal kir

Almanyayê di nîvê yekem ê sala 2026`an de statuya parastinê ji sed' 23.2`ê penaberên Sûriyeyê vekişand.

Almanyayê statuya parastinê ya gelek penaberên Sûriyeyê betal kir
16 tebax, 2026   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Federal a Almaniya ya Koçberî û Penaberan îro ragihand ku hejmara Sûrîyên ku statuya wan a parastinê tê betalkirin zêde dibe.

Li gorî bersiva hikûmeta Alman a ji bo lêpirsînek parlemanî ya Partiya Çep, sed' 23.2`ê nirxandinên ku di nîvê yekem ê vê salê de hatine kirin, bûne sedema betalkirin an vekişandina statuya parastinê.

Piştî hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê di dawiya sala 2024`an de, bi sedhezaran penaberên Sûriyê vegeriyan welêt, bi piranî ji Tirkiye, Lubnan û Urdunê.

Ofîsa Federal a Almanya ya Koçberî û Penaberan dest bi nirxandina betalkirina parastinê tenê di rewşên sûcdar û kesên ku wekî gefên ewlehiyê têne naskirin de kiribû.

(k)

ANHA