Îranê bersiv da pêşniyara Amerîkayê

IRNAˊyê daxuyand ku îro Îranê bi rêya navbeynkarê Pakistanî bersiv da pêşniyara dawî ya Amerîkayê.

Îranê bersiv da pêşniyara Amerîkayê
10 gulan, 2026   17:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a IRNA ya Îranê ragihand ku Tehranê îro bi rêya navbeynkarê Pakistanî bersiv da pêşniyara dawî ya Amerîkayê ya der barê bidawîkirina şer de.

Di pêşniyarê de tê gotin ku danûstandinên di vê qonaxê de wê li ser mekanîzmeyên bidawîanîna şerê li herêmê bin. Wezareta Derve ya Îranê diyar kiribû dê bersiv piştî temamkirina nirxandina dawî ya pêşniyarên Amerîkayê were dayîn.

(fr)