Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan

Çapemeniya Jin di şoreşa Rojava de ne tenê bûyeran dişopînê û belge dike, bûye parçeyek ji têkoşîna jin a li hemberî zîhniyeta mêr.

Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
Di Şoreşa Rojava de çapemeniya jinan
20 tîrmeh, 2026   06:58
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re jinan cihê xwe di xebatên çapemeniyê de girtin. Bûyerên li Rojava û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimîn, dişopînin.

Xebatkara Radyoya Star FM Avaşîn Hêlîn têkoşîna jinan a di xebatên çapemeniyê de nirxand û got: "Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinan tê naskirin. Li Rojava jinan xwe di aliyê siyasî, civakî, aborî û hwd xwe bi rêxistin kirin. Her wiha cihê xwe di xebatên çapemeniyê de girtin û saziyên çapemeniyên ên jin vekirin p rêveberî û desteya weşanê bi rêxistin kirin. Weşana saziyên jinan di çarçoveya pirsgirêka zayendperestiyê û çareseriya wê tê birêxistinkirin."

Avaşîn Hêlîn diyar kir ku niha li Rojava saziyên çapemeniyê yên jinan hene û wiha got: "Di Şoreşa Rojava de radyoya Star FM, Ajansa Nûçeyan a Jinê (NÛJINHA), JIN TV û Kovara Afaq El Meraa ava kirin. Her wiha Yekitiya Raghandina Jin (YRJ) bi rêxistin kirin û di saziyên giştî yên çapemeniyê de xebatkar, nûçegihan û rojnamevanên jin hene. Nûçegîhanên jin hemû bûyerên di şoreşê de qewimîn şopandin û hinek nûçegihan dema ku şer dişopandin şehîd bûn. Bi vê boneyê em hemû şehîdên çapemeniyê yên ji bo heqîqetê canê xwe feda kirin, bi bîr tînin."

ÇAPEMENÎ DENGÊ ŞOREŞ Û JINÊ YE

Her wiha nûçegîhana NÛJINHA‘yê Ronîda Hacî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û wiha pê de çû: "Di şoreşê de qada çapemeniyê kûrtir bû û bû dengê şoreşê. Di destpêka şoreşê de xebatkarên jin ên çapemeniyê li hemberî zîhniyeta civakê têkoşîn kirin. Bi israra xwe qeyd û sînorên civakê ji jinan re diyar kiriye, şikandin. Bi pênûsê me nivîsand û bi kamereyê me bûyerên qewimîn belge kirin û tev li bernameyên televîzyonan bûn. Erka ku me berpirsyartiya wê rakiribû, em bibin zimanê heqîqetê, zîhniyeta zayendperest biguherînin û bi rêya saziyên çapemeniyê civakê perwerde bikin. Her saziyeke jin bi kedekî mezin hate vekirin û derfetên me kêm bûn. Îro derfeteke me ya mezin heye ku em di saziyên çapemeniyê de bi zimanê Kurmancî binîvsînin, bifikirin û baxivin. Em dikarin nêrîn û êşên xwe bînin ziman û ev ji bo me serkeftineke mezin e. Me bi rêya çapemeniyê felsefeya JIN, JIYAN, AZADÎ gihand hemû jinên cîhanê."

Di dawiyê de Ronîda Hacî wiha got: "Em soz didin şehîdan ku têkoşîna xwe bidomînin û dengê jinan bighînin tevahiya cîhanê."

`EM Ê DENGÊ HEQÎQETÊ BIN`

Nûçegîhana rojnameya Ronahî ya bajarê Kobanê Silava Ehmed bi boneya Şoreşa 19`ê Tîrmehê axivî û wiha got: "Ez Şoreşa Rojava pîroz dikim û şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînim. Xebatên çepemeniyê yek ji gavên girîng ên şoreşê ne. Di kêliyên destpêkê yên Şoreşa Rojava de ku ji Kobanê dest pê kir nûçegîhanên jin şer û berxwedanî şopandin. Jinên nûçegihan di zehmetiyan de û dema ku zext li ser jinan giran bû, biryar dan ku bibin dengê heqîqetê. Bi pênûs, kamera û dengê xwe têkoşîn kirin. Di hemû şert û mercên zehmet de gav paşve ne avêtin û dewam kirin. Em dev ji şoreş û têkoşîna xwe bernadin. Em ê têkoşîn û berxwedana jinan a di şoraşa Rojava de bighînin tevahiya civakê."

(np)

ANHA