Îran û DYA wê li Romayê bicivin

Îran û DYA têkildarî peymana nukleer, wê îro li Romayê civîna xwe bidomînin.

Îran û DYA wê li Romayê bicivin
19 nîsan, 2025   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN 

Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) têkildarî peymana nukleer, wê îro li Romayê hevdîtinê bikin. 

Her du welatan ragihandibûn ku hevdîtinên hefteya borî, baş derbas bûn. Civîn wê îro li paytexta Îtalya Romayê, li ber siya gefa Serokê DYA’yê Donald Trump a ‘eger lihevkirin çênebe, wê çek bikevin dewrê’ were lidarxistin.