Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dê balê bikişîne ser berxwedana Rojava

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 2’yemîn dê 23`yê Nîsanê li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê dest pê bike. Li gorî bernameyê dê 40 fîlm, belgefîlm û kurtefîlm ku di nava wan de yên Bavê Teyar jî hene bê pêşandan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê dê balê bikişîne ser berxwedana Rojava
19 nîsan, 2025   10:29
QAMIŞLO

Li gorî bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 2’yemîn, dê 40 fîlm, belgefîlm û kurtefîlmên li ser hewldanên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, bandorên êrişên dagirkerên Kurdistanê û berxwedana gel a di şoreşa Rojava de, bên pêşandan.

Îsal di festîvalê de girîngî li ser berxwedana Bendava Tişrînê ye, lewma di bernameyê de dê fîlmên şanogor Bavê Teyar ku li Bendava Tişrînê di 18`ê Çileya 2025`an şehîd bûbû jî bên pêşandan.

Li gel sînemavanan, tê payîn ku gelek hunermendên din û stranbêj jî beşdarî festîvalê bibin ku yek ji wan jî Xelîl Xemgîn e.

Fîlm dê di sînemayên Ufa Palast û Metropolê de bên pêşandan.

Bernameya festîvalê wiha ye:

23`yê Nîsanê, fîlmê “The Virgin and Child” saet di 20:00`an de tê nîşandan.

24`yê Nîsanê, 14 fîlmên dirêj û kurt tên nîşandan. Her wiha dê ji bo Bavê Teyar jî bernameyek were lidarxistin.

25`ê Nîsanê, fîlmên ‘Hêvî’ û ‘Pîrebok’ tên pêşandan, panel tên dayîn û hejmarek kurtefîlman tên pêşandan.

26`ê Nîsanê, dê fîlmê ‘Eine Brücke Nach Rojava’, ‘Blackberry Season’, ‘Vartinîs’ û ‘Lêgerîn’ bên pêşandan, semîner û 6 kurtefîlmên din jî hene.

27`ê Nîsanê, 2 fîlm tên pêşandan.

Merasîmê bidawîkirinê jî li Atelier Kine ya li Dusseldorfê dê pêk bê û bi belavkirina xelatan bi dawî bibe.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya Yekemîn di 25-28`ê Nîsana 2024’an hate lidarxistin, di festîvalê de 39 fîlmên dirêj, belgefîlm û kurtefîlm hatibûn nîşandan.

(sb)

ANHA