Panoramaya Hefteyê: Li Sûriyeyê kirîza avê li Îraqê kirîza hikumetê

Rojnameyan vê hefteyê nivîsî ku Sûriyeyê di mijara ewlehiya avê de ketiye qonaxeke krîtîk. Her wiha Tirkiyê di mijara aştiya bi Kurdan re dualîbûnê dike.

Panoramaya Hefteyê: Li Sûriyeyê kirîza avê li Îraqê kirîza hikumetê
1 adar, 2026   05:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî bê hefteyê li ser kirîza avê li Sûriyeyê, pêvajoya atşiyê li Tirkiyê û aloziya li Iraqê nivîdîn.

 ‘ÇAVKANIYÊN AVÊ YÊN SÛRIYEYÊ NE LI SÛRIYEYÊ NE; SALÊN TÎBÛNÊ WÊ BÊN!’

Rojnameya Lubnanê El Exbar behsa pirsgirêkên Sûriyeyê yên der barê çavkaniyên avê de kir û destnîşan kir ku welat ber bi xetereyên rastîn ve diçe.

Rojnameyê nivîsî ku beşeke girîng a çavkaniyên avê yên Sûriyeyê ji derveyî sînorên wê, bi taybetî ji Tirkiye, Filistîna dagirkirî û Lubnanê, tê ku ev yek dihêle pirsgirêka avê bibe mijara bazarên siyasî.

Rojnameyê bal kişand ser bandora kontrola Tirkiyeyê li ser herikîna çemên Firat û Dîcle, her wiha fikarên têkildarî çavkaniyên avê li başûrê Sûriyeyê, ji ber kontrola Îsraîlê li ser deverên stratejîk ên wekî Girên Golan û Çiyayê El Şêx.

Rojnameyê wiha nivîsî: "Cîhanê dît çawa Misir û Etiyopya li ser Bendava El Nehda nêzîkî şerekî bûbûn û çawa ev mijar veguherî mijareke ewlehiya neteweyî ku hewceyî navbeynkariya navneteweyî ye. Lê berevajî vê, ewlehiya avê ya Sûriyeyê ne ji aliyê rejîma berê û ne jî ya niha ve hatiye guhpêdan, tevî ku ew yek ji faktorên herî girîng ên aramiya welêt e.”

TIRKIYE Û PKK: AŞTÎ LI SER MASEYAN, MAKÎNEYA LEŞKERÎ LI SER ERDÊ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku Tirkiye di demekê de behsa  pêvajoya aştiyê bi PKK’ê re dike û li cihekî din operasyonên wê yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Rojnameyê ev yek wekî "Durûtî" bi nav kir û ev nirxandin kir " Enqere, tevî pêşkeftina di diyalogê de, hebûna xwe ya leşkerî bi avakirina rê û baregehên nû û girêdana çeperên xwe li herêmên Zab, Avaşîn û Metîna bi torên lojîstîkî yên berfireh xurt dike. Ev tevger dide xuyakirin ku Enqere dixwaze hebûnek xwe ya demdirêj li herêmê çêbike. "

Rojnameyê cih da raporekê ku ji aliyê "Tîma Avakerên Aştiyê ya Civakê"  ve hatî weşandin. Di raporê de behsa ji nû ve destpêkirina êrişên hewayî piştî mehan aramiyê û berfirehkirina "herêmek tampon" tê kirin da ku tevgerên leşkerî ji rêyên giştî dûr bixe.

Hate gotin,  "Ji ber operasyonên leşkerî bi sedan gund bi bandor bûn; hin bi awayekî qismî û hin bi awayekî giştî koçberî çêbûn. Veger jî sînordar bû. Ev yek jî lawaziya agirbestê û domandina tevgera leşkerî ya her du aliyan nîşan dide."

‘HEFTEYEKE GIRÎNG LI PÊŞIYA IRAQÊ YE: GELO VALAHIYA SEROKATIYÊ DÊ WERE DAGIRTIN?’

Rojnameya El Nahar nivîsî ku li qada siyasî ya Iraqê çalakiyeke bilez û şêwirmendiyên dijwar di navbera blokên parlamentoyê û hêzan de tê kirin da ku pirsgirêka hilbijartina serokatiyê di hefteya pêş de çareser bikin. Di vê navberê de bangên ji bo bidawîkirina valahiya ku bandor li ser karê saziyên federal û aramiya siyasî kiriye, zêde dibin.

Rojnameyê diyar kir hêzên sereke yên di nav parlamentoya Iraqê de zextê dikin, her wiha li hundir jî nêzîkkirina nêrînên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) hewldan têne kirin, da ku hewl bidin bigihêjin namzeteke lihevkirî ku rê bide rûniştineke destûrî.