Îran: Peywendiya me bi êrişa baregeha Amerîkayê re nîne

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku tu peywendiya Tehranê bi êrişa duh şev a li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun û Suriyeyê re nîne.

Îran: Peywendiya me bi êrişa baregeha Amerîkayê re nîne
29 ÇILE, 2024   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi şev hate ragihandin ku li bakurê rojhilatê Urdunê nêzî sînorê Sûriyeyê, balefirek bê mirov û bi çek êrişî baregehek ya hêzên Amerîkayê kir û di encamê de 3 leşkeran jiyana xwe ji destdan û nêzî 30 leşker jî birîndar bûn.

Ajansa ÎRNA daxuyaniyek a Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ya di derbarê êrişa duh bi şev a li dijî baregeha hêzên Amerîkayê ya li sînorê Urdun û Suriyeyê hatî pêkanîn de belav kir.

Nasir Kenanî diyar kir ku tu peywendiya Tehranê bi êrişa duh şev a li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdun û Suriyeyê ku encamê de 3 leşker mirîn û 30 leşker jî birîndar bûyîn, re nîne.

Her wiha destnîşan kir ku li piştvan tometan armancek siyasî heye û armanc hilweşandina rastiya buyerên li herêmêye.

Hêjayî gotinêye ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) Lloyd Austin bi daxuyaniyên cuda komên çekdarên nêzî Îranê ji êrişa duh bi şev berpirs nîşan dan û gotin wê di dem û cihê guncaw de bersiva êrişê were dayîn.