Civîna yekemîn a Desteya Serokatiyê ya MSD`ê

Desteya Serokatiyê ya MSD`ê di civîna xwe ya yekemîn de piştî kongreya 4`an, serokên nivîsgehan erkdar kirin û lêvegereke ji belgeyên meclisê wek nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyeyê, belgeya siyasî ya meclisê, rêzikname û sazûmaniya wê ya nû re çêkirin.

Civîna yekemîn a Desteya Serokatiyê ya MSD`ê
29 ÇILE, 2024   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya yekemîn piştî kongreya 4`an duh li dar xist. 15 endamên desteyê tev li civînê bûn ku ji aliyê hevserokên MSD`ê Leyla Qehreman û Mehmûd El Muslet ve hate birêvebirin.

Di civînê de di çarçoveya biryarên kongreya 4`an de, hevserokên nivîsgehên MSD`ê hatin erkdarkirin ku sazûmaniya nivîsgehan li gorî pêvajoyê biguherin.

Her wiha wesîqeyên MSD`ê wek nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyeyê, wesîqeya siyasî ya meclisê, rêzikname û sazûmaniya nû hatin xwendin û dê li gorî wê MSD`ê kar û xebatên xwe bi rêxistin bike.

MSD`ê li ser malpera xwe ragihand ku desteya serokatiyê di civînê de teqezî bi pêwîstiya meşandina stratejiya kar  kir ku di civîna 21`ê Çileyê de erê kiriye û li gorî wê divê hewldan ji bo destpêkirina diyaloga Sûriyeyê ya navxweyî dewam bikin, koordîneya bi dewletên çalak ên doza Sûriyeyê, NY, rêxistinên siyasî, civakî yên biyanî û erebî re bikin. Hewldanên bidawîkirina dagirkeriya li ser axa Sûriyeyê û lidarxistina kongreya hêz û kesayetên demokratîk bidomînin.

(şx)

ANHA