Îran: Mafê tu kesî nîn e ku nehêle Îran bersiva êrişan bide

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kananî got "Mafê tu kesî nîn e ku nehêle Îran bersiva êrişên li ser serdestiya xwe bide.”

Îran: Mafê tu kesî nîn e ku nehêle Îran bersiva êrişan bide
5 tebax 2024   13:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kananî di civîna çepemeniyê ya heftane de axivî û bersiva pirsa kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye da. 

Kananî got "Îran dixwaze îstiqrar li herêmê xurttir bibe” lê divê piştgiriya cezakirina êrişkaran bê kirin.

Kananî wiha domand: "Mafê tu kesî nîn e ku nehêle Îran bersiva êrişên li ser serdestiya xwe bide.”

Di heman çarçoveyê de Kananî got civîna wezîrên karên derve yên dewletên îslamî ya têkildarî kuştina Heniye, sibe li Ceddayê li dar dikeve.

Kananî têkildarî sardana wezîrê karên derve yê Urdunê ji bo Îranê jî got ew serdan di çarçoveya serdanên dîplomatîk de ji bo nîqaşkirin û lêkolînkirina rewşên girêk li herêmê û bi taybet şerê li Xezayê ne.

(şx)