Aktîvîstên Îtalya û Kolombiyayî piştgirî dan kampanya KJAR'ê

Aktîvîstên Îtalya û Kolombiyayî piştgirî dan kampanya Komelgeya Jinên a Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) ya li dijî îdamên li dewlata Îranê.

Aktîvîstên Îtalya û Kolombiyayî piştgirî dan kampanya KJAR'ê
5 tebax 2024   14:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di salvegera 14'an a darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê de kampanya "Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re" dabû destpêkirin.

Ji deverên cuda yên cîhanê gelek rêxistinên jinan piştgirî dan kampanyayê. Aktîvîstên Kolombiya û Îtalyayî jî piştgirî dan kampanyayê.

Koordînasyona Jinê ya Torîno ya Îtalyayê peyamek bi dîmen ji KJAR'ê re şand û got, ew piştgiriyê didin jinên ku "Rejîma dijminê jinê wan binpê dike."

Di peyamê de banga berdana Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hate kirin û hate gotin, "Na ji cezayê îdamê re, erê ji jiyana azad re. Jin, Jiyan, Azadî."

Jinên Kolombiyayî jî piştgirî dan kampanyayê û diyar kirin ku li hemberî cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hate birîn, piştevaniya kampanya KJAR'ê dikin.

Di 23'ê Tîrmehê de li Pexşan Ezîzî, di 4'ê Tîrmehê de jî li Şerîfe Mûhammedî cezayê darvekirinê hatibû birîn. Herdu jin bi hefteyan di binê çavan de mabûn, êşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê li wan hatibû kirin.