Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê hate ragihandin

Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê li Colemêrg, Wan, Erzirom ên bajarê Kurdistanê û li  Stenbolê a bajarê Tirkiyê bi pêkanîna hin çalakiyan damezirandina xwe îlan kirin.

Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê hate ragihandin
5 tebax 2024   13:36
NAVENDA NÛÇEYAN 

Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê bi pêkanîna hin çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyêkî damezirandina xwe îlan kirin. 

Li gorî daxuyaniyê mîlîsên jin di 15’ê Tîrmehê de li Geverê li dijî leşker û polîsên ku xwestin li ser Cadeya Rêya Armûşê meşekê pêk bînin, bi teqemeniyan çalakiyek pêk anîne. Dîsa li Geverê di şeva 3’yê Tebaxê de li dijî dorpêça polîsên dewleta Tirk li taxên Kişla, Cûmhûriyet û Ormanê bi teqemeniyan çalakiyek hatiye lidarxistin.

Mîlîsan li Wanê di 18’ê Tîrmehê de li Taxa Altintepeyê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek pêk anîn. Li Taxa Xaçortê jî li sê nuqteyên cuda ji aliyê mîlîsan ve rê hatin girtin û êrîşên li dijî dawet û govendan hatin protestokirin. Li dijî wesayitên zirxî yên hatine li cihê bûyerê jî bi molotof û teqemeniyan çalakî hatiye kirin.

Mîlîsan çalakiyên şewitandina wesayiteke zirxî ya li Erziromê, şewitandina wesayiteke li Arnavûtkoy a Stenbolê, teqandina trafoya sanayiyê ya li Esenyûrdê û şewitandina wesayiteke li Bagcilar a Stenbolê jî girtin ser xwe.

Her wiha Mîlîsên Agir û Rojê yên Jin di daxuyaniya xwe de bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê û êrîşên dagirkeriyê.

Naveroka daxuyaniya Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê bi vî rengî ye:

"Niha dem dema bersivdayîna ji kesên ku hewl didin aramiya Rojava ya bi keda mezin û xwîna şehîdan hatî avakirin, têk bibin, dem dema bersivdayîna ji kesên ku hewl didin bi çekên kîmyewî û qedexekirî zarokên gelê me qetil dikin, dem dema bersivdayîna ji kesên ku hewl didin îradeya gelê me desteser bikin.

Dem dema bersivdayîna sepanên kêfî û polîtîkayên tecrîdê yên li zindanan e.

Dem dema bersivdayîna ji kesên ku tehemûlê ziman û govendên me nakin.

Dem dema bersivdayîna ji kesên ku me bi tiryak, fuhûş û bêçandiyê re rû bi rû dihêlin.

Di vê sedasala dawî de gotina dawî wê ji aliyê me jin, ciwan, welatparêz û gelê şoreşger ve were gotin.

Di vê çarçoveyê de em weke Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê bi pîrozkirina Cejna Vejînê û Berxwedanê ya 15’ê Tebaxê damezirandina xwe îlan dikin. Weke gotina dawî em hemû jin, ciwan û kesên dixwazin bersiva xwe bidin vedixwînin yekîneyên Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê."