Îran li tengava Hurmuzê keştiyên bazirganiyê kirin hedef

Hate ragihandin ku artêşa Pasdaran a Îranê li tengava Hurmuzê keştiyên bazirganiyê kirine hedef.

Îran li tengava Hurmuzê keştiyên bazirganiyê kirin hedef
7 tîrmeh, 2026   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera nûçeyan a Axiosê ya amerîkî ku agahiyên xwe dispêre rayedarên amerîkî ragihand ku artêşa Pasdarên duh êvarî bi kêmanî 2 moşek avêtine keştiyên bazirganî yên ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibûn.

Rayedaran diyar kir ku ziranên madî yên mezin li 2 keştiyan bûn, lê tu windahiyên mirovî çênebûne.

Desteya Çalakiyên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê jî îro ragihand ku keştiyek wê li aliyê benderê dema ku ber bi başûr ve diçû, bi qasî 15 kîlometreyan li rojhilatê Lîm ya Omanê bi guleyek nenas hat hedefkirin û agir pêk ket.

Desteyê destnîşan kir ku der barê zeraran de tu agahî bi dest neketin.

(bb)