Di rojnameyan de lûtkeya NATO‘yê

Lûtkeya NATO‘yê ku îro li Enqereyê li dar dikeve, nirxandinên li ser siberoja wê, siyaseta DYA û rola Îranê rojevên îro yên rojnameyan in.

Di rojnameyan de lûtkeya NATO‘yê
7 tîrmeh, 2026   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da lûtkeya NATO‘yê ku îro li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê li dar dikeve û ew wek qonaxeke girîng li gel guhertin û veguherînên li herêmê rû didin, nirxand. Rojnameyan bandorên siyasetên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), siberoja NATO’yê, bandora şerê DYA’yê yê li ser Îranê, her wiha rola herêmî ya Îranê jî şîrove kirin.

‘GELO NATO DÊ DI LÛTKEYA ENQEREYÊ DE LI BER XWE BIDE?’

Rojnameya Şerq El Ewsat diyar kir ku NATO‘yê ji ber guherînên di siyaseta DYA‘yê de ya bi vegera serokê wê Donald Trump re têne meşandin, bi gelek dijwariyan re rû bi rû ye. Hate gotin ku Trump bi çavê berjewendiyan li NATO‘yê dinêre.

Rojnameyê destnîşan kir ku hêza NATO‘yê di dîrokê de ne tenê li ser xurtbûna wê ya leşkerî, lê di heman demê de li ser hevgirtina îdeolojîk a li ser bingeha nirxên lîberal jî hatiye avakirin. Lê belê ev hevgirtin niha ji ber bilindbûna dirûşma "Pêşî Amerîka" û kêmbûna pabendbûna kevneşopî ya DYA’yê ya ji bo parastina bê şert û merc a hevalbendên xwe, di bin gefê de ye.

Rojnameyê her wiha cih da daxuyaniyên Trump ku parastina welatên endam bi zêdebûna lêçûnên leşkerî ve girê dide û hêza astengkirinê ya ku bi dehan salan taybetmendiya hevpeymanê qels kiriye. Hate gotin ji ber vê yekê Ewropa ber bi xurtkirina serxwebûna xwe ya parastinê ve diçe.

LÛTKEYEK GERM A NATO‘YÊ

Girêdayê heman mijarê rojnameya An Nahar lûtke wek ceribandineke rastîn ji bo siyaseta derve ya Trump nirxand. Rojnameyê diyar kir ku Trump li gel pirsgirêkên herêmî û navneteweyî yên aloz, bi taybetî Îran û Ukraynayê, pêşketinên li Sûriye, Lubnan û Îsraîlê derbasî lûtkeyê dibe.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser tevgerên Tirkiyeyê di dosyayên Sûriye û Lubnanê de, îhtîmala ku Trump bi serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re li ser rêkeftinên herêmî yên nû nîqaş bike. Her wiha diyar kir ku dibe teşwîqên muhtemel ên di dosyayên leşkerî û aborî de ku DYA bide Enqereyê, bêne nîqaşkirin.

Rojnameyê her wiha îşaret pê kir ku şerê Rûsya û Ukraynayê jî rojeveke sereke ya lûtkeyê ye û da zanîn ku Trump bi pirsgirkên tevlihev re rû bi rû ye ku pêdiviyên wan bi çareseriyên siyasî heye.

‘ KÊMBÛNA ROLA WEKÎLÊN ÎRANÊ’

Rojnameya Independent Arabia destnîşan kir ku lûtkeya NATO‘yê piştî şerê dawîn ku bandora Îranê li gelek qadên herêmî, bi taybetî Sûriye, Lubnan û Filistînê qels kir û di heman demê de hêzên herêmî yên nû derketine holê, tê lidarxistin.

Rojnameyê diyar kir ku Tehran bi rastiyeke nû re rû bi rû ye ku wê neçar dike stratejiya xwe ya xwe dispêre wekîlan ji nû ve binirxîne. Hate gotin, wêneya herêmî ya Îranê di qonaxa pêş de dê bi asta amadebûna wê ya xwe biguncîne hevsengiya hêzê ya nû û tevlîbûna peymanên li ser bingeha kêmkirina rola wekîlên xwe yên leşkerî ve were destnîşankirin.

(bb)