Îran li ser awayê bersivdana êrişên li dijî Lubnanê lêkolîn dike

Di raporan de hat diyarkirin ku Îran li ser awayê bersivdana êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê lêkolîn dike.

Îran li ser awayê bersivdana êrişên li dijî Lubnanê lêkolîn dike
8 nîsan, 2026   18:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Reutersˊê ku agahiyên xwe dispêre berpirsekê daxuyand ku Tehran li beramberî binpêkirina agirbesta li Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve, li ser destpêkirina êrişan li dijî Îsraîlê difikire.

Wezareta Derve ya Îranê diyar kir ku Wezîr Derve Ebas Eraqçî di pêwendiyeke telefonî de bi serfermandarê artêşa Pakistanê re li ser binpêkirinên agirbestê li Îran û Lubnanê nîqaş kiriye.

Medyaya Îranî ragihand ku Eraqçî ji Pakistanê re ragihandiye ku Îran wê bersiva binpêkirinên agirbestê bide.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fars, çavkaniyek leşkerî diyar kir ku Îran li hember binpêkirina agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve bersivekê amade dike.

Di heman demê de, berdevkê Komîteya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Îbrahîm Redayî ragihand ku divê trafîka keştiyan li Tengava Hurmuzê wekî bersivek ji "êrişa Îsraîlê" ya li dijî Lubnanê were rawestandin.

(ac/fr)

ANHA