Di êrişên li ser Lubnanê de bi sedan kes hatin kuştin

Di encama êrişên dijwar ên Îsraîlê yên li ser deverên berfireh ên Lubnanê de, bi sedan Lubnanî hatin kuştin û birîndar bûn.

Di êrişên li ser Lubnanê de bi sedan kes hatin kuştin
8 nîsan, 2026   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Tenduristiyê yê Lubnanê Rakan Nasiredîn ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê de bi sedan kes li herêmên cuda yên Lubnanê hatine kuştin û birîndar bûne.

Serokwezîr Newaf Selam diyar kir kir ku Îsraîl hemû hewldanên herêmî û navneteweyî yên ji bo rawestandina şer paşguh dike û bang li welatên hevalbend kir ku bilez destwerdan bikin da ku êrişên li dijî Lubnanê rawestînin.

Girêdayî mijarê artêşa Îsraîlê ragihand ku ji destpêka şerê wê û yê Hizbullahê ve êrişên herî mezin pêk anîne. Artêşê da zanîn ku wan li Beyrûtê, Bîqa û başûrê welat nêzî 100 navendên, cihên leşkerî û binesazî hedef girtine.

Tevî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê rêkeftineke agirbestê ragihand, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu da zanîn ku ev agirbest Lubnanê nagire nav xwe, ku ev yek rê li ber zêdebûna leşkerî ya berdewam li herêmê vedike.

(ac/fr)

ANHA