Vegera koma sêyemîn a efrîniyan dîsa hat taloqkirin

Hat diyarkirin ku vegera koma sêyemîn a koçberên ji Efrîn û Şehbayê ku çaverê bû sibe biketina rêya warê xwe hat taloqkirin.

Vegera koma sêyemîn a efrîniyan dîsa hat taloqkirin
8 nîsan, 2026   18:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê dane ajansa me, çavrê bû koma sêyemîn a koçberan sibe (pêncşem) ber bi warê xwe ve biketina rê.

Lê beriya çend kêliyan meclisê agahî da ku veger hatiye taloqkirin, roj nehat diyarkirin û wê piştre dîroka wê bê diyarkirin.

Heta niha 2 komên koçberên ji Efrînê (ya yekemîn di 9’ê Adara 2026’an de û ya duyemîn 4’ê Nîsana 2026’an) vegeriyane Efrînê. Di koma yekemîn de 400 malbat û di koma duyemîn de jî 200 malbat vegeriyabûn.

(fr)