Îran ji bo xwe ji cezayan biparêze pêşniyareke nû kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Iraqcî ragihand ku ji bo car din li Neteweyên Yekbûyî (NY) pêkanîn nekevin dewrê, wan têkildarî bernameya nukleerê pêşniyareke “afirîner, adil û hevseng” pêşkêşî welatên Ewropayê kiriye.

Îran ji bo xwe ji cezayan biparêze pêşniyareke nû kir
19 îlon, 2025   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Iraqcî li ser hesaba xwe ya X’ê diyar kir ku pêşniyar “bersiva fikarên rewa da û feyde dide her kesî.”

Tê payîn ku Konseya Ewlehiyê ya NY’ê di rûniştina vê roja înê de, pêkanînên li ser Îranê car din erê bike. Ev gav di çarçoveya biryara bi hejmara 2231’an de kete rojevê ku bi vê biryarê sala 2015’an peymana nukleerê (JCPOA) hate erêkirin û wê di nîvê meha Cotmehê de dema wê biqede.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (YA) sala 2018’an di dema Donald Trump de ji peymanê vekişiya û pêkanînên xwe xistibû dewrê. Piştî vê jî Tehranê di serî de dewlemendkirina uranyumê, dest ji hin berpirsyariyên xwe berda. Welatên Rojavayî Îranê sûcdar dikin ku hewl dide çekên nukleer pêş bixe, Tehran van îdîayan red dike û dibêje ku bername bi armanca parastina sivîlan e.

Parîs, London û Berlînê di dawiya Tebaxê de mekanîzmaya “snapback” xiste dewrê û hişyarî da, dibe di 30 rojan de pêkanîn car din werin. Welatên Ewropayê çarçoveya hevkariya di navbera Îran û Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) a 9’ê Îlonê de jî têrker nedît.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron 18’ê Îlona (2025) roja pêncşemê daxuyanî da medyayeke Îsraîlê û got, “Peyamên dawî yên ji Îranê tên, cidî nînin.” Macron diyar kir ku ew difikire heya dawiya mehê pêkanîn car din bikevin meriyetê.

Li aliyê din, ji bo biryar li Konseya Ewlehiyê were qebûlkirin divê Rûsya û Çîn jî piştgirî bibîne. Lê belê li gorî çavkaniyên dîplomatîk, nagihije 9 dengên pêwîst.