Îran gefa êrişên cezakirinê dixwe û Trump gefa hedefgirtina Rêberê Olî dixwe

Di navbera Îran û Îsraîlê de û pê re jî DYA’ê rageşî û gefxwarin zêde bû. Tehranê gefa destpêkirina "Operasyona cezakirinê" li dijî Îsraîlê xwar û serokê Amerîkayê jî gefa hedefgirtina Rêberê Olî yê Îranê xwar.

Îran gefa êrişên cezakirinê dixwe û Trump gefa hedefgirtina Rêberê Olî dixwe
17 hezîran, 2025   22:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandariyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îranê, serleşker Ebdurehîm Mûsewî îro ragihand ku êrişên ku heta niha ji aliyê Îranê ve hatine kirin, hişyarî bûn û armanc jî pêşîlêgirtin bû. Mûsewî hişyarî de ku wê di demek nêzîk de "Operasyona cezakirinê" pêk were.

Mûsewî di daxuyaniya xwe de ku ajanasên fermî parve kirine hişyarî da niştecihên li Til Avîv û Heyfa, ku ji bo parastina xwe ji wan deveran derkevin.

Ev daxuyanî di demekê de ku Îranê dest bi pêleke nû ya êrişan li dijî Bîr El Sebi, Dîmona û Til Avîvê kiriye, hatin kirin.

Li aliyekî din jî serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi gotinên tûj li dijî Îranê axivî û got, "Rêberê Olî armancek hêsan e. DYA’yê herî kêm niha wê nakuje.

Di parvekirinek xwe ya li ser platforma ya li ser Truth Sosail de Trump got Washingtonê qada asîmanî ya Îranê bi temamî kontrol kiriye û got, "Em dizanin Rêberê Olî xwe li ku hatiye veşartin…sebra me nema."

Ji roja 13’ê Hezîranê, ji berbanga roja înê ve di navbera Îran û Îsraîlê de şerekî giran rû dide. Di heman demê de hişyariyên navneteweyî li ser berfirehbûna şer li tevahî herêmê heye.

(ac/fr)

ANHA