Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Bi pêşengitiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de hat gotin, "Serketina pêvajoya Aşît û Civaka Demokratîk bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye."

Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan
17 hezîran, 2025   23:47
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Di meşê de xelkê bajêr, endamên saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û tevgerên ciwanan beşdar bûn.

Meş ji gundê Qenter ê bajarokê Xas ber bi Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajêr ve dest pê kir. Di meşê de pankartên "Bi rihê ciwan û jinan em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin" û wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan.

Piştî meşvan gihîştin navendê, li vir meş veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de endama Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silava Simo axivî. Silav diyar kir ku têkoşîna gelan û Rêber Abdullah Ocalan a 50 salî dewleta Tirk a dagirker mecbûrî zimanê diyalogê û pêvajoya aştiyê kir.

Silava got: "Ji bo serxistina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk divê Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bibe."

Her wiha li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan Lîlav Hecî axivî û got: "Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye û azadiya gelê Kurd jî bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî girêdayî ye."

Lîlav di dawiyê de got: "Heta em serkeftinê misoger bikin, em ê li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bimeşin."

Çalakî bi siloganên "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.

(fr)

ANHA