ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 6 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18 - 6 – 2025
18 hezîran, 2025   02:00

Xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê diyar kir ku ew bi silavên Rêber Abdullah Ocalan gelekî bi coş û kelecan in. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên koçber ên ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî destnîşan kir ku digel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de ne pêkan e ku vegera wan li warên xwe pêk were. Koçberan banga pêkanîna bendên peymanên behsa misogerkirina vegera birûmet û ewle ya koçberan dike, kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi zêdebûna çopê re ku rojane li bajarê Hesekê 100 ton derbas dike, kargeha vezîvirandinê wek yek ji projeyên pêşxistina rewşa jîngehê û xizmetugzariyê derdikeve pêş. Ev kargeh zextê li ser çopgehan kêm dike, qirêjiyê sînordar dike û asoyên nû ji bo derfetên kar vedike. BI WÊNE Û DÎMEN

Merva hîn 13 salî ye, lê xwe di nava hunerek ji temenê xwe mezintir de dîtiye. Ev 5 sal in stranên dengbêjiyê dibêje. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerê peywendiyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbê got ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dê wêranker be. Her wiha diyar kir dibe Amerîka tevlî vî şerî bibe, ku armancên wê yên dualî hene, kêmkirina bandora Îranê û ceribandina îmkana rûxandina rejîma wê. BI WÊNE

Çalakiyên 9’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê di roja xwe ya duyemîn de didomin, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Sûriyeyê li bajarê Amûdê civînekê ji şêniyan re li dar dixe ku meclisê bide nasîn, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN