Li Idlibê 2 êrişên komî; kesek hat kuştin

Di 2 êrişên komî yên ji hêla şêniyên bajarên Kefer Tixarîm û Kefer Uwêd ên gundewarê Idlibê de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li Idlibê 2 êrişên komî; kesek hat kuştin
Li Idlibê 2 êrişên komî; kesek hat kuştin
14 hezîran, 2026   22:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, li ser paşxaneya tohmetên danûstandina bi rejîma berê re, 2 êrişên komî çêbûn. Di encamê de welatî Şukrî El Keyalî li bajarê Kefer Tixarîm hat kuştin û ciwanê ji Kefer Uwêd jî bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyên xwecihî daxuyand ku bi tohmeta danûstandina bi rejîma berê re, bi dehan welatiyan li Kefer Tixarîm di saetên vê êvarê de êrişî welatî Şukrî El Keyalî kir.  Di encamê de ji ber birînên giran dimire.

Di bûyera li bajarê Kefer Uwêd jî, dîsa bi dehan kesan bi hinceta danûtandina bi rejîma berê de êrişî ciwanekî kir, bi giranî birîndar kir.

(fr)

ANHA