Di êrişên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin

Li Xezayê di êrişên hewayî yên Îsraîlê de 5 kes hatin kuştin.

Di êrişên li ser Xezayê de 5 kes hatin kuştin
26 gulan, 2026   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên bijîşkî yên filistînî îro ragihandin ku di êrişên hewayî yên Îsraîlê yên li ser kampa Mexazî ya naverasta Xezayê de 5 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn.

Ajansa Parastina Sivîl a Xezayê jî der barê mijarê de ragihand piştî êrişa li dijî komeke sivîl,  xebatkarên wê 5 cenaze û hin birîndar ji cihê êrişê rakirin nexweşxaneyan.

(bb)