Îran: Beriya peymana dawî bi Amerîkayê re tu rêkeftineke nukleerî nîn e

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîb Abadî diyar kir ku Tehran tu civînan li Swîsreyê bi gerînendeyê giştî yê IAEAˊyê Rafael Grossi re pêk nayne.

Îran: Beriya peymana dawî bi Amerîkayê re tu rêkeftineke nukleerî nîn e
24 hezîran, 2026   19:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerabî Abadî li ser platforma xwe ya Xˊê got, "Tu bernameyeke nîn e ku rê bide ku bigihîne tesîsên nukleerî yên ku hatine êrişkirin an jî bigihîne madeyên nukleerî."

Abadî diyar kir ku ev mijar dê "ji bilî di çarçoveya peymana dawî de û wekî encamek tedbîrên pratîkî yên ku aliyê din dê ji bo bidawîkirina hemû cezayan bigire, neyên nîqaşkirin û çareserkirin."

Abadî anî ziman ku "Em nikarin di siyaseta (derxistina kaosê dûre kontrolkirinê de) bi rêya qerabalixiya ragihandinê bidomînin." Bi vê yekê Abadî îşaret bi parvekirinên serokê Amerîkayê Donald Trump kir.

(fr)