Droneke Îsraîlê li Lubnanê êrişî erebeyekê kir

Droneke Îsraîlê li nêzî bajarokê Kefer Ruman ê başûrê Lubnanê êrişî erebeyekê kir, 2 kes hatin kuştin.

Droneke Îsraîlê li Lubnanê êrişî erebeyekê kir
24 hezîran, 2026   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Neteweyî ya Ragihandinê ya Lubnanê daxuyand ku droneke Îsraîlê li nêzî bajarokê Kefer Ruman ê başûrê Lubnanê erebeyeke bombebaran kir. Di encamê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.

Digel berdewama aloziya ewlehî li eniya başûr û ruxmî hewldanên navneteweyî yên tesbîtkirina agirbestê li herêmê, ev êriş pêk hat.

(fr)