Xelkê Qamişloyê daxwaza başkirina rewşa jiyanî kir

Şêniyên Qamişloyê 4 roj e bilindbûna bihayan, xerabbûna rewşa debarê, qutbûna berdewam a kehrebê ya ji ber kêmbûna sotemeniyê protesto dikin.

Xelkê Qamişloyê daxwaza başkirina rewşa jiyanî kir
Xelkê Qamişloyê daxwaza başkirina rewşa jiyanî kir
Xelkê Qamişloyê daxwaza başkirina rewşa jiyanî kir
Xelkê Qamişloyê daxwaza başkirina rewşa jiyanî kir
24 hezîran, 2026   19:06
QAMIŞLO

Bi dehan şêniyên Qamişlo û xwediyên dikanan 4 roj e bilindbûna bihayan protesto dikin, pankartên bi daxwaza çareserkirina krîza sotemenî û kehrebê, başkirina şert û mercên aborî û jiyanî hildan.

Şêniyan diruşmên daxwaza edaleta civakî, başkirina rewşa debarê berz kirin û got daxwazên wan pêk bînin beriya çalakî vediguhere xwepêşandanên li tevahî kolanan.

Beşdaran diyar kir ku kêmbûna mazotê û bilindbûna bihayan, qutbûna berdewam a kehrebê bandora rasterast li jiyana wan a rojane û xebatên wan ên bazirganiyê dikin û berdewama krîzê wê barên jiyanî zêde bikin û gefê li jêdera qûta gelek şêniyan bixwin.

(fr)

ANHA