Îran: Agirbest nayê wateya bidawîbûna şer

Îranê ragihand ku agirbest nayê wateya bidawîbûna şer û diyar kir ku artêş di rewşa amadebaşiyê de ye.

Îran: Agirbest nayê wateya bidawîbûna şer
9 nîsan, 2026   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îranê Mihemed Ekremî Niya agirbest û mûzakere wekî serketina gelê Îranê bi navê kir û got "Welatê me dijmin neçar kir ku agirbestê li gorî şert û pêşniyarên ji 10 xalan qebûl bike."

Berdevk anî ziman ku amerîkî, bi taybetî Trump xwe îsbat kirin ku ew ne cihê baweriyê ne.

Berdevkê artêşa Îranê Mihemed Ekremî Niya di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ''Ezmûnên berê çi peymanên nukleerî be an jî torên dan û standinan be îsbat kirin ku bawerî bi dijmin nayê kirin.'' Her wiha anî ziman, rewşa amadebaşiyê dewam dike û ew li benda talîmatên fermandariya giştî ne.

(bb)