Pevguhertina dîlgirtiyan taloqî hefteya bê bû

Pevguhertina dîlgirtiyan di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de taloqî hefteya bê hat kirin.

Pevguhertina dîlgirtiyan taloqî hefteya bê bû
9 nîsan, 2026   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet dane ajansa me, aliyên têkildarî pevguhertina dîlgirtiyan, amadekariyên temamkirina pevguhertina komên nû yên dîlgirtiyên QSD’ê û hikumeta demkî ya Sûriyeyê dikin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku aliyên têkildarî mijarê yên herêma Cizîrê, dest bi amadekirina dîlgirtiyên di girtîgehên QSD û Hêzên Asayîşê de kiriye. Her wiha agahî dan ku duh êvarê û îro sibehê çend kom ji bajarê Qamişloyê ber bi Hesekê ve hatin veguhastin.

Li gorî çavkaniyan "koma gihaştiye Hesekê tê amadekirin da ku bi dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de werin pevguhertin û diviyabû îro hatiba pêkanîn, lê ji ber hin sedeman taloqî destpêka hefteya bê hat kirin.”

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet duh dabûn ajansa me, diviyabû koma sêyemîn a dîlgirtiyên di girtîgehên hikumeta demkî de ku ji nêzî 300 kesan pêk tê, îro (Pêncşem) hatiba berdan.

(bb)

ANHA