Şandeyeke Îranê diçe Pakistanê

Balyozê Îranê yê li Pakistanê ragihand ku şandeyeke Îranê ji bo dan û standinan dê biçe Îslamabadê.

Şandeyeke Îranê diçe Pakistanê
9 nîsan, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

 Balyozê Îranê yê Pakistanê Rîza Emîrî Muqedem îro ragihand ku şandeyeke Îranê dê îşev bigihêje Îslamabadê da ku der barê bidawîkirina şerê li gel DYA û Îsraîlê de dan û standinan bike.

Balyozê Îranê yê Pakistanê der barê mijarê de ev agahî li ser hesabê xwe yê X'ê parve kir: “Tevî giliyên raya giştî ya Îranê yên li ser binpêkirinên domdar ên agirbestê ji aliyê Îsraîlê ve, îro êvarê şandeyeke îranî digihêje Îslamabadê da ku dan û standin li ser 10 xalên ku Îranê pêşkêş kirine, bike.”

(bb)