Însiyatîfên çandina daran li kantona Firatê

Nivîsgeha Jîngehê ya kantona Firatê dar li bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bajarê Eyn Îsayê çandin.

Însiyatîfên çandina daran li kantona Firatê
Însiyatîfên çandina daran li kantona Firatê
Însiyatîfên çandina daran li kantona Firatê
Însiyatîfên çandina daran li kantona Firatê
Însiyatîfên çandina daran li kantona Firatê
16 cotmeh, 2024   15:42
EYN ÎSA

Nivîsgeha Jîngehê ya kantona Firatê dar li bendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Eyn Îsayê çandin. 

Desteya Jîngehê ya kantona Firatê ji 13`ê mehê ve dest bi vê însiyatîfê kiriye û dar li bendên kontrolê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Kobanê Qenaya, Sirîn, Çelebiye û Eyn Îsayê çandin. Her wiha 500 dar li bendên Xernûb, Um Kelsûm û Kurdistanê çandin.

Endamê rêveberiya Nivîsgeha Jîngehê Mihemed Heyder ji ajansa me re axivî û got: "Me dar li bendên kontrolê belav kirin da ku şînkahiyê biparêzin û têketina bajêr xweşik bikin."

Heyder diyar kir ku însiyatîf berdewam e û çaverê ye ku însiyatîfên din ji bo çandina daran li dibistan û saziyên xizmetguzariyê û heta gundên lê şînkahî kêm e, ragihînin.

(şx)

ANHA