Şêniyên Şedadê şehîd Yasir El Salih oxir kir

Şêniyên Şedadê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Yasir Mehmûd El Salih oxir kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

16 cotmeh, 2024   15:47
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê, endamên hêzên ewlehiyê û leşkerî, saziyên sivîl, kesayetên civakî li goristana şehîdan a bajarê Şedadê kom bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Mihemed El Xelîl axivî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest.

El Xelîl wiha domand: "Şehîd meşale ye ku rêya me ronî dikin û minare ye emp ê rêya xwe dibînin. Ew mertal û parêzvanên welêt in."

El Xelîl soz da ku heta dawiyê li ser şopa şehîdan bin.

Endamê Meclisa Bajarê Şedadê Hesen El Mixlif jî got: "Em fedakariyên şehîdan ji bîr nakin û dê her tim di dilê me de zindî bin. Em ê li ser wan fedakariyan bimeşin û siberojeke ronak ava bikin."

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre li gorî wesiyeta şehîd, cenazeyê şehîd li goristana gundê Hena Şerqiye, hate veşartin.

(şx)

ANHA