Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin

Meclisa Giştî ya Jinan Partiya Sûriya Pêşerojê di kongreya xwe de malbatên şehîd Hevrîn Xelef û Nadya El Xeşan xelat kirin. Her wiha hevseroka partiyê soz da ku têkoşîna her du şehîdan pratîk bikin.

Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
Malbatên şehîd Hevrîn û Nadiya hatin xelatkirin
16 cotmeh, 2024   15:28
REQA

Kongreya Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya 3`yemîn a berdewam e ku vê sibê bi dirûşma "Têkoşîna me misogeriya şoreşa jinan û avakirina Sûriyeya demokratîk e" dest pê kiribû. 

Cîgira hevserokatiya Partiya Sûriya Pêşerojê Semîre El Ezîz perspektîfên meclisê xwendin ku bal kişand ser girîngiya meşandina têkoşînê li hember hewldanên desthilata baviksalar ku hewl dide bi rêya şerê qirkirinê rola jinan biçûk bike û wan tesfiye bike, rê nede tevgereke jinan ku ji bo azadiya jinan tê bikoşe.

Semîre bang kir ku ji vê zêdetir girîngiyê bidin dozên jinan û rola wan di derxistina biryaran de were xurtkirin.

Semîre diyar kir ku temenê aloziya Sûriyeyê tê dirêjkirin, nîşaneyên çareseriyê di asoyan de xuya nakin û hikumeta Şamê serhişkiyê dike û dixwaze welêt vegerîne beriya 2011`an.

Semîre xwendina perspektîfên partiyê domand û destnîşan kir ku partiyê girîngî daye kar û xebatên komîteyên jinan, avakirina mekanîzmayên nû ji bo balê bikişînin ser rola cewherî ya jinan di aştiyê de.

Her wiha di kongreyê de malbata sekretera berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef û malbat endama Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Nadiye El Xeşan hatin xelatkirin.

Şehîd Hevrîn 12`ê Cotmeha 2019`an li gel ajokarê erebeya xwe Ferhad Remadan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû şehîdxistin.

Şehîd Nadiye jî 10`ê Nîsana 2018`an şehîd bûbû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya berdevka Meclisa Giştî ya Jinan Xaliye El Kecwan xelat kirin.

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Nesrîn Doko jî axivî û soz da ku têkoşîna her du şehîdan pratîk bikin û têkoşîna jinan bidome.

Nesrînê got: "Projeya ku ji bo wê em şer dikin, dê bi tevlêbûna jinan geştir be. Em hêvî dikin ku nîqaşên me berhemdar bin, ji bo ewlehiyê û pêşxistinê kar û xebatên me berdewam bikin. Partiya me hewl dide jinan li ser tevahî astan xurttir bike."

(şx)

ANHA