Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê hat ragihandin

Bi armanca ku mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin, Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê hat ragihandin.

17 cotmeh, 2026   16:10
QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo bi merasîmekê Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê hat ragihandin. Di merasîmê de hejmarek mamoste, xwendekar, rûspiyên eşîran, endamên KNK‘ê, rewşenbîr, hiqûqnas, rojnamevan, hunermend û kesayetên eleqeyê didin zimanê kurdî, Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre xwendekarên li Qamişloyê daxuyaniya ragihandina înîsiyatîfê  xwendin. Silava Elî bi zimanê kurdî, Besna Umer bi zimanê erebî û Memo Dîbo jî bi zimanê ingilîzî daxuyanî xwendin.

Di merasîmê de Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam axivî û piştgiriya xwe ya ji bo înîsiyatîfê pêşkêş kir û got: "Dayik û bavan parastina zimanê kurdî kirin û anîn heta vê rojê. Tişta ku di vê demê de jî ji me tê xwestin ew e ku ji bo zimanê kurdî têkoşîn bikin ta naskirina wê ya fermî di hundirê destûra Sûriyeyê de bi dest bixin."

Bi navê Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Fatma Lekto axivî û bal kişand ser girîngiya avakirina vê înîsiyatîfê. Fatma Lekto da zanîn ku ew ji bo misogerkirina naskirina destûrî ya zimanê kurdî, destekê didin înîsiyatîfê. Her wiha got, zimanê kurdî nasname, hebûn û çanda gelê Kurd e. 

Şêxê Eşîra El Tey a Erebî Hesen Ferhan El Tayî jî anî ziman ku di navbera Kurd û Ereban de jiyaneke hevbeş heye û ev li axaftina xwe zêde kir "Daxwazên gelê Kurd ên ji bo zimanê dayikê mafeke xwezayî ye. Gelê Kurd di şoreşê de berdêl dane, em destekê dide înîsiyatîfê û perwerdeya bi zimanê kurdî girîng e."

Hesen Ferhan El Tayî da zanîn ku hinek alî hewil didin bi rêya malperên medya dijîtal fitneyê di nava pêkhateyan de fitneyê derxînin, lê di dawiyê de dê hevgirtina niştîmanî bi serbikeve.

Bi navê pêkhateya Ermen Îmad Teteryan diyar kir ku mafê hemû gelên li Sûriyeyê heye ku perwerdeya xwe bi zimanê dayikê bibînin.

Li ser navê Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê Rojnamevan Zîwer Şêxo axivî û behsa girîngiya înîsiyatîfê û armanca wê ya misogerkirina zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de kir.

Zîwer Şêxo aşkere kir ku wê înîsiyatîf heta 15`ê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî bidome û wiha anî ziman: “Wê înîsiyatîf li Şamê kongreyekê li dar bixe, wê daxwazên xwendekaran ên têkildarî fermîkirina zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de bighîne Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumetê.”

Naveroka daxuyaniya ku hat xwendin wiha ye:

“Li gorî danezana destûrî, Sûriyeyê welatekî pirneteweyî, pirçandî û pirzimanî ye. Ziman jî hêmanekî bingehîn ê nasname, çand, bîra kolektîf û veguhestina kevnetorê ya di navbera nifşan de ye. Parastina mafên zimanî ne dijberî yekîtî û serweriya dewletê û aramiya axa wê ye, lê belê hemwelatîbûna wekhev xurt dike.

Li ser bingehê prensîbên mafên mirovan ên navneteweyî, nemaze Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan, her du hevpeymanên navneteweyî, Peymana Mafên Zarokan û pîvanên navneteweyî yên UNESCO`yê yên der barê perwerdehiya pirzimanî û perwerdeya zimanê dayikê û ezmûnên berawirdkirî de-destpêkê jî Peymana Ewropî ya Zimanên Herêmî yan Zimanên Kêmneteweyan û Peymana UNESCO`yê ya 2003`yan a ji bo Parastina Kevnetora Çandî ya Ne-maddî- em tekez dikin ku parastin û veguhestina ziman di navbera nifşan de beşek ji parastina cihêrengiya çandî ye. Ji ber vê yekê, girîng e ku cihêrengiya zimanî û çandî li Sûriyeyê were naskirin û garantiyên qanûnî ji bo parastina mafên zimanî, di nav de mafê bikaranîn û perwerdehiya bi zimanê Kurdî, werin pêşxistin.

Li ser vî bingehî em damezrandina Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê radigihînin.

Ev Însiyatîfeke civakî, aştiyane û serbixwe ye; ne girêdayî ti partî yan hêlên siyasî ye. Armanca wê ew e ku bi rêbazên qanûnî, civakî, akademîk û çandî bixebite da ku mafên zimanî, çandî û perwerdehiya bi zimanê dayikê bi cih bike û ji bo cîbicîkirina wan di destûra daîmî ya Sûriyeyê û zagonên neteweyî de dabîn bike.

Armancên Însiyatîfê

1. Destûrîkirina zimanê Kurdî li Sûriyeyê.

2. Pesendkirina statuya destûrî û qanûnî ya zimanê Kurdî.

3. Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê.

Rêbazên Însiyatîfê

Însiyatîf pabendî rêbazên aştiyane, qanûnî û civakî ye, ji wan:

Amadekirina lêkolînên qanûnî û destûrî.

Pêşkêşkirina pêşniyazan ji bo saziyên berpirsiyar ên nivîsîna destûrê.

Rêxistinkirina semîner, konferans û diyalogên akademîk.

Hevkariya bi zanîngeh, navendên lêkolînê û saziyên çandî re.

Hevkariya bi rêxistinên navneteweyî yên pispor ên di warê perwerde, çand û mafên mirovan de.

Amadekirina pêşnûme û pêşniyazên zagonî yên têkildarî mafên zimanî.

Hişyarkirina civakê di warê girîngiya cihêrengiya zimanî û çandî de.

Belgekirina rewşa rastîn a perwerdehiyê û mafên zimanî û pêşkêşkirina lêkolîn û raporan di vê der barê de.

Daxwazên Însiyatîfê

Avakirina dewleteke hemwelatîbûnê ya pirçandî û pirzimanî.

Avakirina modeleke destûrî ku cihêrengiya zimanî û çandî nas bike (ji ber ku ev yek parçeyek ji rastiya civakî ya Sûriyeyê ye) û garantiyên qanûnî yên zelal bide neqşandin, bêyî ku dest bide yekbûna axa Sûriyeyê û serweriya wê.

Her wiha ev Însiyatîf bang li Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û hemû saziyên din ên navneteweyî yên têkildar dike ku:

- Piştgiriya lêkolînên têkildarî perwerdehiya pirzimanî li Sûriyeyê bikin.

- Piştgiriya parastina kevnetora çandî û zimanî bikin.

- Piştevaniya diyalogê ya der barê modelên navneteweyî yên herî baş ên ji bo parastina cihêrengiya zimanî bikin.

Di dawiyê de û li gorî vîzyona ku ji hêla vê Însiyatîfê ve hatiye pejirandin, em Sûriyeyê wek dewleteke wekheviyê û xwedî hemwelatîbûn dibînin ku yekbûna ax û serweriya xwe, her wiha cihêrengiya çandî, neteweyî û zimanî ya civaka xwe diparêze.

Ji ber vê yekê, destûrîkirina zimanê Kurdî ne ji bo betalkirina mafên kesên din tê xwestin, lê belê wek beşek ji avakirina pergaleke destûrî ya nûjen e ku mafên hemû sûriyan mîna hev diparêze.

Wekheviya zimanî tiştekî ji kesî kêm nake û cihêrengiya çandî ne gefek e li ser yekîtiya dewletê; lê belê rêxistina wê ya destûrî û qanûnî yek ji bingehên guncaw e ku dewleteke xwedî hemwelatî û serweriya qanûnê ava bibe.”

(sb)

ANHA