Li Şamê dikana zêran bi zora çekan hat dizîn

Li navçeya Bab Tûmayê ya Şamê kirin, Komek kesên rûpêçayî êrişî dikaneke zêr kirin, zêrên hundir dizîn û di dema revê de bombeyek avêtin.

Li Şamê dikana zêran bi zora çekan hat dizîn
17 cotmeh, 2026   15:50
NAVENDAS NÛÇEYAN

Komîteya taxa Bab Tûmayê diyar kir ku Komek kesên rûpêçayî êrişî dikana Besam Beyrûdî ya zêr kirin, bi zora çekan zêrên hundir dizîn..

Li gorî daxuyaniya komîteyê, hevjîna zêrker dema ku çekdar ketin hundir banga alîkariyê kiriye, û ev yek bûye sedem ku gelek şênî werin cihê bûyerê. Lêbelê, komê bi awayekî bêserûber gule bi hewayê ve avêtine.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dizên reviyayî bombeyek avêtine nêzîkî trafoyek elektrîkê li ser rêya sereke da ku revîna xwe veşêrin.

(k)

ANHA