Komcivîna jinan: Divê zimanê kurdî têkeve destûrê

Meclisa Jinan a PYD`ê ji bo zimanê kurdî komcivîn li dar xist û li ser têkoşîna ji bo zimanê kurdî nîqaş hat kirin.

17 cotmeh, 2026   16:28
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komcivîn li bajarê Qamişloyê bi rêxistin kir. Nûnerên saziyên zimanê kurdî, rêxistinên jin û yên sivîl û endamên PYD`ê li ser perwerde û girîngiya zimanê kurdî nîqaş kir.

Komcivîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di rûniştina yekem a bi sernavê `Zimanê kurdî parçeyek ji nasname û çanda me ye` de endama Saziya Zimanê Kurdî Xecê Petek Kaya axivî.

Xecê di destpêka axaftina xwe de dîroka zimanan û bi taybet zimanê kurdî vegot û girîngiya ziman bi lêv kir. Xecê got "Zimanê hemû gelan beşeke bingehîn a nasname û çanda wan e. Ziman bi xakê û kokê wan ve girêdayî ye. Divê ziman were parastin û mafê hemû gelan e ku bi zimanê xwe îfadeya xwe bikin. "

Xecê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku zarok dikarin fêrî gelek zimanan bibin lê ne li ser hesabê zimanê wan ê dayikê be. Her wiha îşaret pê kir ku zimanê kurdî yek ji zimanên kevnar ê herêmê ye, sembola têkoşîna gelê Kurd e, divê bîra dîrokî bi rêya ziman û belgekirine were parastin.

Xecê anî ziman ku ji ber polîtîka înkar û paşguhkirinê zimanê kurdî di xetereyê de ye û divê têkoşîn bidome heyanî ku gelê Kurd bigihêje mafên xwe.

Ji bo pêvajoya entegrasyona demokratîk Xecê ev tişt bi lêv kir "Pir girînge ku gelê Kurd di vê pêvajoyê de bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne. Fêrbûyîna bi zimanê kurdî ne ji dibistanê dest pê dike, lê li malê û di nava civakê de de jî divê were kirin. Divê zarok fêrî zimanê kurdî bibin û li Sûriyeyê jî bibe zimanê perwerdeyê."

Di rûniştina duyem bi sernavê `Zimanê kurdî têkeve destûrê û parastina mafê ziman ê gelê Kurd` de berdevka Meclisa Jinan a PYD`ê Horiya Şemdîn axivî. Horiya qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafê zimanî ku Sûriyeyê jî di nav de gelek welatiyan îmze kirine şîrove kirin. Horiya destnîşan kir ku li gorî qanûn û peymanên navneteweyî hemû netewe dikarin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

Horiyta Şemdîn bal kişand ser biryarnameya 13‘an  û got pêdiviyên gelê Kurd pêk nayîne û ne li gorî bedel û têkoşîna bi sala da ye meşandin.

Horiya Şemdîn di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Divê gelê Kurd têkoşîna xwe bidomîne heyanî mafê xwe bi dest bixe û Sûriyeyeke demokratîk ava bibe ku hemû pêkhateyan bigire nav xwe û zimanê kurdî têkeve destûra Sûriyeyê ."

Piştî rûniştina yekem û duyem ji komcivînê jinên ku tevlîbibûn ji bo mekanîzmeyên xebatê û bernameyên ji bo ziman pêşniyarên xwe kirin.

(np)

ANHA