Însiyatîfa Azadiyê serdanên malbatan didomîne

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê serdanên xwe yên malbatan didomîne. Malbatan destnîşan kir ku ji bo pêkanîna ramanên Rêber Abdullah Ocalan dê her tê bikoşin.

Însiyatîfa Azadiyê serdanên malbatan didomîne
Însiyatîfa Azadiyê serdanên malbatan didomîne
Însiyatîfa Azadiyê serdanên malbatan didomîne
11 îlon, 2024   14:55
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, duh dest bi serdana malbatan kir.

Îro endamên însiyatîfê serdanên xwe ji bo malbatên li bajarê Qamişloyê didomînin. Di rûniştinên li gel malbatan de endamên însiyatîfê rewşa sîstema îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û bandorên wê şîrove kirin.

`JI BO REBERTÎ ÇI JI DESTÊ ME BÊ EM Ê BIKIN`

Letîfa Elî ku salên 1991 û 1992`yan li Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye, hestên xwe wiha anîn ziman: “Dema min Rêber Apo dît min hîs kir cîhan tevahî bi min ronahî bû, ez pir kêfxweş bûm ku min ew dît.”

Letîfa Elî bal kişand ser ku ev 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmralî de tê ragirtin û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li hemberî sîstema xwe bi tirs dibînin, lewma sîstema îşkence û qirkirinê li dijî wî dimeşînin û wiha got: “Ji bo Rêbertî çi ji destê me tê, em ê bikin.”

`GEL JI KOLETIYÊ RIZGAR DIKE`

Newaf Xelîl jî di sala 1997`an li Şamê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Xelîl destnîşan kir ku ji bo wî dîtina Rêber Abdullah Ocalan mîna xewnekê bû û ew xewn pêk hat, Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe gel ji koletî û bindestiyê rizgar dike û wiha dom kir: “Em ê ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê bikoşin.”

Remedan Umer di 1994`an de li Şamê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Remedan Umer diyar kir ku bi fikra Rêber Abdullah Ocalan gel dikare ji nava lepên û pencên tarîtiya desthilatdaran rizgar bike û wiha got: “Em dilsozî û soza xwe bi Rêbertî re nû dikin ku em ê ji bo pêkanîna fikrên wî her têkoşînê bikin.”

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di serdanên xwe de belavokên "Jiyana Rêber Abdullah Ocalan" û xêzeromana bi navê “Azadî dê bi ser bikeve” ya ku jiyana Rêber Abdullah Ocalan vedibêje, diyarî malbatan kirin.

(sş)

ANHA