Însiyatîfa Amaxîzî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat avakirin

Nûnerên 8 rêxistin, hêz û partiyên amazîxî bi daxuyaniyekê Însiyatîfa Amazîxî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan ava kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku însiyatîf dê ji bo nasandina gelê amaxîzî bi feslefeya Rêber Abdullah û pirsgirêka Kurd û azadiya ya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bixebite.

Însiyatîfa Amaxîzî ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat avakirin
20 îlon 2024   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

8 rêxistin, partî û hêzên amaxîzî duh (Pêncşem) daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de avakirina "Însiyatîfa Amazîxî ya Azadiya Têkoşerê Kurd Abdullah Ocalan" hate ragihandin.

Di destpêka daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hat bibîrxistin û hate gotin: "Ji ber baweriya me ya bi maf, edalet, mirovahî, rakirina zilamê û yekitiya çarenûsî ya gelên ji bo azadî û demokrasiyê li herêmê tê dikoşe, wekî tevgerên amazîxî me biryar da ku însiyatîfekê ava bikin. Armanca însiyatîfê raya giştî ya amaxîzî bi pirsgirêka Ocalan û pirsgirêka Kurd bide nasîn. "

Di daxuyaniyê de diyarkirin ku sedema damezirandina vê însiyatîfê têkiliyên xurt ên di navbera gelê Kurd û gelê Amazîxî de ye û wiha hat domandin: "Em dixwazin van têkiliyan bi pêş bixin. Mercên dijwar ên ku di ser her du gelan re derbas bûn, binpêkirinên yekalî yên li dijî me, hewldanên çewisandina nasname, ziman, çanda resen a her du gelên me, dîsa jî meşa me ya têkoşînê ya ji dehên salan ve dişin hev. Tevî ku em di aliyê erdîngarî de nêzî hev nîn in û di dîrokê de em rastî hev nehatine, lê navê "gelên cêwî" li me hatiye kirin. Yê di aliyê zihnî me tune bike yek e.”

Di daxuyaniyê hate destnîşankirin ku gelê Kurd bi salan rastî entegrasyona bi darê zorê, dîaspora, zilm û çewisandinê hat û hê jî êşên vê yekê dikişîne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: "Gelê Kurd ji aliyê 4 dewletan ve rastî jenosîdê hat. Kurd û welatê Kurdan Kurdistanê hat parçekirin. Rejîmên neteweperest û îslamperest ên li pey hev hatin hebûna vî gelê resen înkar dikin. Dema Kurdên azadîxwaz daxwaza azadiya xwe û komkirina dîasporaya xwe kirin, daxwaza wan bi tundî, çek û her cure şîdet hat bersivandin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kilîta aştiyê û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd û û demokratîkbûna Tirkiye û derveyî wê li cem “ronakbîr û rêber birêz Abdullah Ocalan” e.

Hate destnîşankirin ku ramanên bibandor ên Rêber Abdullah Ocalan xizmeta jiyana hevbeş û azadiya jinan dike. Têkildarî pêkanînên li dijî Rêber Abdullah Ocalan jî ev tişt hat gotin: "Lê mixabin ji 25 salan ve pêkanînên derqanûnî û dermirovî li dijî wî tên meşandin. Ev 3 sal û nîv e desthilata Tirk hevdîtinên parêzer û malbatê qedexe kirine. Ev pêkanîn qanûnên Tirkiye bi xwe û tevahî qanûnan binpê kirine."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Înisiyatîfa Amaxîzî, ji bo danasîna gelê amazîxî bi pirsgirêka Kurd, pirsgirêka Abdullah Ocalan, pêkanînên li dijî wî têne kirin, ji bo nasandina ramanên wî dê di qadên çandî, ragihandin, hiqûqî û hunerî de kar bike. Her wiha hate gotin, înisiyatîf dê di heman demê de ji bo serbestberdana Rêber Abdullah Ocalan piştgiriyê bide zextên gel ên li ser rejîma Tirk û dê bi tevahî înisiyatîf û pêngavên navneteweyî yên bi amranca azadiya Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd di nava têkiliyan de be.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bang hat kirin û hate gotin "Divê Mandelayê Kurd Ocalan were azadkirin da ku rola xwe di pêkanîna aştî, çareserî û demokrasiyê de bilîze."

Daxuyanî ji aliyê van kesan ve hatiye dayîn:

1- Serokê Partiya Lîbya Oma (Lîbo) û serokê berê yê rêxistina Kongreya Amaxîzî ya Navneteweyî Fethî Nexîle

2- Serokê Rêxistina Kongrya Cîhanî ya Amaxîzî Xalid El Zîrarî

3- Şêwirmendê siyasî yê Komara Qebîleyên Demokrat fermandarê Tevgera Diyarkirina Çarenûsa Qebîleyan (MAK) Aksel Belebasî.

4- Nivîskar û damezirînerê Rêxistina Ciwanên Îmohac a Navneteweyî Akî Şeka

5- Serokê berê yê Rêxistina Îmohac a Navneteweyî Eyûb Axeşmed

6- Cîgirê Serokê Partiya Lîbya Oma (Lîbo) Ehmed Doga

7- Nûnerê Nîjerê di Rêxistina Kongreya Amazîxî ya Cîhanê de Xelîlo Mihemed Hebîbo

8- Nûnera Amazîxê di Rêxistina Kongreya Amazîxî ya Cîhanê Emanî El Wîşahî.

Amazîx kî ne?
Amazîx gelêkî li bakurê Afrîkayê ye ku herî zêde li Marok û Cezayirê dijîn. nifûsa welêt ji Amazîxan  ji % 28 pêk tê.
Lêbelê rêxistinên Amazîx vê qebûl nakin û didin zanîn nifûsa wan 65-70 ji % yê hemû nifûsa vê welatî ye.
nifûsa Amazîxan a li Marokê herî kêm 20 milyon e.

(bb)